May 15, 2025 14:18 Asia/Tehran
  • Giranbûna êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê

Di encama êrişên leşkerên siyonîst ser zîvala Xezzeyê û Rexê Rojava nêzîkî 100 filistînî hatine şehîdkirin.

Ev êriş di berdewamiya destdirêjiyên Reîma Siyonîst ser deverên xelknişîn li Xezzeyê pêk hatine û zêdetir li bajarê Xan Yûnisê bûne. Di van êrişan de, siyonîstan rojnamevanê filistînî Hesen Semûr û hejmarek ji endamên malbata wî li bajarokê Benî Suheylayê şehîd kirin.

Leşkerên Rejîma Siyonîst hevdem êrişî bajarokê Temun li bakurê Rexê Rojava kirin û dest bi dorpêç û gullevaêtina ber bi malekê   kirin. Şaxa leşkerî ya Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihandiye ku hêzên vê komê li bakurê Rexê Rojava bi leşkerên dagirker re ketine pevçûnê û ew kirine armanc  û xwefireke wan jî îmha kirine. 

Serepeyv