May 05, 2025 13:16 Asia/Tehran
  • 32 filistîniyên din li Xezzê şehîd bûn/ Hejmara şehîdan gihîşte 52 hezar û 567 kesî

Di dewama êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê de, hejmara şehîdên vê navçeyê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika gihîşte 52 hezar û 567 kesî.

Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê ragihand ku di mideha 24 saetên buhurî de 32 kes di vê navçeyê de şehîd bûn û 119 kes jî birîndar bûn. Bi destpêbûna qonaxa nû ya êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzê ji 18`ê Adara 2025`an ve heta nika 2 hezar û 459 kes şehîd bûne û 569 kes jî birîndar bûne. Çavkaniyên filistînî ragihandin di encama êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîst ser çend malan li navçeya Kerame û Selatînê li bakûr rojavaya Zîvala Xezzê de ji bilî viya ku herîkêm 19 kes şehîd bûn 15 kes jî birîndar bûne.

Serepeyv