Jordaçûna hejmara şehîdên Xezzê
May 04, 2025 16:50 Asia/Tehran
Wezareta tendirustiya Xezzê ragihand: Di 24 saetên buhurî de meytên 40 şehîd û 125 birîndaran bo nexweşxanê hatine veguhestin.
Bi destpêbûna qonaxa nû ya êrişên Rejîma Siyonîst ser xelkê Xezzê ji 18`ê Adara 2025`an ve heta nika, 2 hezar û 436 kes li Xezzê şehîd bûne û 450 kesên din jî birîndar bûne. Bi zêdekirina vê amarê, hejmara gişt şehîdan ji 7`ê Cotmehê ve gihîştiye 52 hezar û 535 kesî. Eva di halekî da ye êrişên Rejîma Siyonîst di roja 48`an a piştî destpêkirina şerrê Xezzê, berdewam in.