May 03, 2025 15:08 Asia/Tehran

Di berdewamiya êrişên hovane yên siyonîstan ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an ve hetanî niha hejmara şehîdên li vê navçeyê rabû 52 hezar û 495 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand ku di 48 sietên derbasbûyî de 77 filistîniyên din di encama êrişên artêşa dagirker a siyonîst ser Xezeyê de şehîd bûne û 275 kes jî birîndar bûne.

Li gorî vê raporê, ji dema destpêbûna  qonaxa nû ya êrişa ser Xezzeyê ji 18ê Adara 2025an ve, 2 hezar û 396 filistînî şehîd bûne û 6 hezar û 325 kes jî birîndar bûne.

Her wiha Yair Lapid, serokê bereya opozîsyonê ya Rejîma siyonîst, bi tundî rexne li siyaseta kabîneya rejîmê girt û  şerê dijî Xezzeyê bêencam da zanîn û berdewamiya wî wekî sedema sereke ya krîza aborî û bihabûnê li deverên dagirkirî zanî.

Serokê bereya opozîsyonê yê Rejîma Siyonîst di hevpeyvînekê de ragihand ku ew ê hemû hewla xwe bide da ku bibe serokwezîr.

Wî her wiha bal kişand ser şerê berdewam li Xezzeyê û got: Ev şer negihîştiye ti encamekê û heta niha çareseriyek rastî jê re nehatiye raberkirin. Tenê sedema ku kabîneya niha bi saya wê ser desthilatê maye, tirsa ji lidarxistina hilbijartina parlimanî ya zûwext e.

Serepeyv