Bi dawîbûna zimhêra risq û xwarekê Li Xezzeyê //zêdetirî 2 milyon kes li ber gefa mirinê
Rêxistinên navneteweyî bal kişandin ser wê yekê ku xwrain li Xezzeyê qediyaye û derbarê mirina zêdetirî 2.2 mîlyon kesî li wê deverê ji ber birçîbûnê û xelayê hişyarî da.
Nivîsgeha Ragihandinê li zîvala Xezzeyê di daxuyaniyekê de hişyarî da ku filistîniyên li zîvala Xezzeyê ji ber birçîbûna berfireh li ber xetera mirina komkî de ne û gîhandina bilez a alîkariyan û vekirina derbasgehek mirovî ji bo rizgarkirina jiyana zêdetirî 2.4 mîlyon sivîlên li Xezzeyê pir pêwîst e.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye ku piştî tomarkirina 52 mirinan ji ber birçîbûn û kêmasiya xwarinê, ku 50 ji wan zarok in, li Xezzeyê xela bûye rastiyek tal. Zêdetirî 60 hezar zarok li Xezzeyê ji kêmasîya xwarinê îza dibin û zêdetirî milyonek zarokên filistînî 24 sietan birçî dimînin .