Nîsan 17, 2025 15:06 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna girtiyekî filistînî di girtîgeha Rejîma Siyonîst de

Rêxistina Karûbarên Dîl û Azadeyan û Saziya Dîlên Filistînî derbarê şehîdbûna yek ji girtiyên filistînî agahî da.

Rêxistina Karûbarên Dîlên Filistînê û Navenda Dîlên Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku Museb Hesen Edîlî, girtiyê filistînî yê 20 salî û xelkê bajarê Heware li başûrê Nablusê, şeva borî li nexweşxaneya Soroka ya Rejîma Siyonîst şehîd bû. Şehîd Edîlî ji mêj ve ji aliyê hêzên leşkerî yên Rejîma Siyonîst ve hatibû girtin û jê re salek û mehek zîndan hatibû birrîn û biryar bû piştî 3 rojan were berdan.

Navenda Dîlên Filistînê hejmara Dîlên filistînî ku ji sala 1967`an vir ve di girtîgehên Rejîma Siyonîst de şehîd bûne û nasnameya wan diyar nîne, 310 kes ragehand. 

Serepeyv