Xezze li ber karesata însanî
Nîsan 16, 2025 14:41 Asia/Tehran
Rêxistina pizîşkên Sînornenas ragihand ku êrişên Rejîma Siyonîst, zîvala Xezzeyê kiriye wek goristanekeke komî ji bo filistîniyan.
Vê rêxistinê bal kişand ser awarebûna berfireh û girtina pêşiya derbaskirina alîkariyên mirovî, êrişa ser navendên pizîşkî û kêmbûna dermanan û alavên pizîşkî û tekez kir ku rewşa mirovî li Xezzeyê xedar bûye û karmendên alîkariyê jî rasterast ber metirsiyê de ne. Pizîşkên Sînornenas ev rewş encama biryareke siyasî û êrişa bi qest a li dijî sivîlan dan zanîn