Xelîl Heyye: Çeka Bereya Berxwedanê xeta sor a me ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i354013-xelîl_heyye_Çeka_bereya_berxwedanê_xeta_sor_a_me_ye
Serokê Tevgera Hemasê li Xezzeyê dîyar kir ku çeka di destê Bereya Berxwedanê da xeta sor a me ye û pêgirî kir ku Isralî bû ku rêkevtinameya agirbesê binpê kir.
(last modified 2025-03-30T11:35:18+00:00 )
Adar 30, 2025 15:10 Asia/Tehran
  • Xelîl Heyye: Çeka Bereya Berxwedanê xeta sor a me ye

Serokê Tevgera Hemasê li Xezzeyê dîyar kir ku çeka di destê Bereya Berxwedanê da xeta sor a me ye û pêgirî kir ku Isralî bû ku rêkevtinameya agirbesê binpê kir.

Xelîl Heyye Serokê Tevgera Hemasê li Xezzeyê dîyar kir ku çeka di destê Bereya Berxwedanê da xeta sor a me ye û pêgirî kir ku Isralî bû ku rêkevtinameya agirbesê binpê kir. 

Wî got: Berxwedana gelê Filistînê ser warê xwe tevî hemî belayên giran, zinarek e ku yê hemî komployên dijminan bi wî bên têkşikandin û pûçkirin.

Serokê Tevgera Hemasê li Xezzeyê ji ber helwesta Rejîma Sîyonîst di demajoya muzakireyan da rexne kir û got ku ev rejîma ji bo parastina hikûmeta cinayetker a Netanyahu, hertim di halê berbadkirina demê da û revîna ji sozên xwe ynê di rêkevtinameyê da bûye.

Heyye herwiha got: Netanyahu di yeksala buhurî da bi xapandina tam, hemî hewlên nabeynkaran ji bo bidestxistina rêekvtinameyê ji nav birîye.