Xezze li ber karesateka din a mirovî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i353920-xezze_li_ber_karesateka_din_a_mirovî_ye
Qeyrana giran a avê, jiyana xelkê Filistînê di bin siya siyaseta tîhîştina xelkê û wêrankirina bîrên avê bi destê siyonîstan dixe metirsiyê. .
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 23, 2025 14:20 Asia/Tehran
  • Xezze li ber karesateka din a mirovî ye

Qeyrana giran a avê, jiyana xelkê Filistînê di bin siya siyaseta tîhîştina xelkê û wêrankirina bîrên avê bi destê siyonîstan dixe metirsiyê. .

Nivîsgeha ragihandina hikûmî ya li Xezzê ragihand: Xezze di nava berdewamiya jînûsayda ji aliyê siyonîstan ve û bêdengiya civaka navneteweyî de li ber karesateka mirovî ye. Divê civaka navdewletî ji her demê zêdetir xwe bi berpirsyar bizane û bi lezgînî ji bo rawestandina cinayetên rêjîma dagîrker bikeve tevgerê. Vê nivîsgehê ragihand: Em tekezî li ser wê yekê dikin ku pêwîst e bilez dergehên gîhandina alîkariyên mirovî bo Zîvala Xezzê bên vekirin û jiyana xelkê bêguneh bên rizgarkirin.