Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezze û Rexê Rojava
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji destpêka êrişên Rejîma Siyonîst ser zivala Xezzeyê heta niha 48 hezar û 515 filistînî li vê navçeyê şehîd bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand ku di 24 sietên borî de 12 şehîdên filistînî bo nexweşxaneyên vê herêmê hatin veguhestin ku termê 5 ji wan vê dawiyê hatine peydakirin. Li gorî vê raporê, di 24 sietên borî de 14 filistînî jî li zîvala Xezzeyê birîndar bûne. Heta niha hejmarek şehîd di bin kavilan û di kolanan de mane û hêzên rizgarker nikarin alîkariya wan bikin . bi hesabkirina van şehîdan hejmara şehîdên Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an ku Operasyona Bahoza Eqsayê dest pê kir heta niha gihîştiye 48 hezar û 515 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 111 hezar û 941 kesan.
Ji hêla ve Hemas di daxuyaniyekê de amaje bi berdewamiya cinayetên rejîma dagîrker li dijî bajarê Cenînê kir û ragehand: Rejîma dagîrker 20 hezar kes ji rûnişiyên kampa Cenîn koçber kirine û bi dehan kesên din jî girtine.Êrişên rejîmê li dijî kampa Tulkerm berdewam in û bi dehan mal hatin wêrankirin û Hemasê jî bal kişand ser hewlên rejîma dagîrker ji bo cîbicîkirina planên zêdekirinê, koçberkirina bi darê zorê ya flistîniyan û guhertina rastiyên dîrokî û got ku rejîma dagîrker pabendî ti qanûnên mirovî û peymanên navdewletî nîne.Li gorî nûçeyeke din, Hazim Qasim berdevkê Hemasê ragihand ku roja çarşemiyê gera nû ya gotûbêjên agirbesê li zîvala Xezzeyê dest pê kiriye û Hamas di van muzakireyan de bi tevahî bi berpirsiyarî û erênî tevdigere.