Şer û pevçûnên giran di navbera Berxwedan û Rêjîma Siyonîst li Perrava Rojava de
Artêşa Rejîma Siyonîst ku şeva borî û îro êrişên xwe ser bajarên curbicur ên Perrava Rojava zêde kiribûn, rastî berteka tund a hêzên Berxwedana Filistînê ve hatiye.
Medyaya Filistînê ragihand ku artêşa dagirker a siyonîst êrişî navçeya Res El-Cûre li bajarê El Xelîlê li Perrava Rojava kir. Her wiha pevçûnên giran li bajarê Nablusê navbera hêzên Rejîma Siyonîst û Berxwedana Filistînê de qewimîn û hêzên Berxwedanê li nêzî dîwarê rojhilatê derdora navçeya kevin a Nablusê li hemberî leşkerên Rêjîma Siyonîst rawestan.
Qelqîliye yek ji wan navçeyan bû ku şeva borî û îro ket ber êrişên artêşa Rejîma Siyonîst.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê jî ragihand ku hejmara şehîdên êrişên artêşa Îsraîlê ser zîvala Xezzeyê gihîştiye 48 hezar û 467 kesan.