Hejmara nû ya goriyên şerrê Xezzê
Adar 09, 2025 18:00 Asia/Tehran
Rejîma Siyonîst di rojên buhurî de kiryarên xwe yên binpêkirê agirbesa li Xezze û Libnanê zêde kirine.
Wezareta tendirustiya Xezzê ragihand di 24 saetên buhurî de meytên 5 şehîd û 37 birîndaran bo nexweşxaneyên Xezzê hatine veguhestin. Leşkerên Siyonîst herwiha bi gulleavêtina ber bi libnaniyên li bajaroka Keferkelayê ve du libnanî birîndar kirin. Hejmara şehîdên ji ber êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê rabû 48 hezar û 458 kesî û hejmara birîndaran jî gihîşte 111 hezar û 897 kesî.