Dagirkir lîsteya dîlên filistînî guherand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i353513-dagirkir_lîsteya_dîlên_filistînî_guherand
Endamê polîtboroya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) got: Dagirkiran nêzî 50 dîlên filistînî ji lîsteya lihevkirî ya ku biryar bû Şemiyê bi şev werin azadkirin, guherîne.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Sibat 23, 2025 12:40 Asia/Tehran
  • Dagirkir lîsteya dîlên filistînî guherand

Endamê polîtboroya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) got: Dagirkiran nêzî 50 dîlên filistînî ji lîsteya lihevkirî ya ku biryar bû Şemiyê bi şev werin azadkirin, guherîne.

Sohêyl El Hindî got: Bênyamîn Netaniyahu hewl daye ku hevhatinê têk bide û sozên xwe yên li hevhatina agirbesê cih nayîne. Wî got: Em aliyên navbeynkar vedixwînin ku dagirkiran neçar bikin sozên xwe anegorî hevhatinê cih bînin. Berdevkê Tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê jî berî nika pêgîrî kiribû, derengmayîna dijmin bona azadkirina koma heftan a dîlên filistînî di dema kivşkirî de, binpêkirina aşkera ya hevhatinê ye.