Çile 25, 2025 17:26 Asia/Tehran

Koma duyemîn a girtiyên filistînî di çarçoveya qonaxa duyemîn a pevguhertina girtiyan bi Rejîma Siyonîstî re ji girtîgeha Neqebê hatin berdan û çavkaniyên nûçeyan derbarê giheştina karwaneke hêsîrên filistînî bo bajarê Ramullahê agahî dan.

Hêsîrên filistînî ji zindana çolê ya Neqbê hatin berdan û hatin veguhestin  bo deriyê Kerm Ebû Salim.

 Komeke din a hêsîrên filistînî jî ji girtîgeha Ofer a li  rojavayê Ramullahê hatin berdan.

Çavkaniyên filistînî jî ragihandin ku 3 otobusên hilgirê 114 hêsîrên filistînî gihîştin Ramullahê.

Karwanê hêsîrên filistînî li bajarokê  Bîtoniya ji aliyê gel ve bi germî hate pêşwazîkirin.

Pêştir Hemasê di daxuyaniyekê de ragihandibû: komeke  nû ji hêsîrên  me yên qehreman ên di girtîgehên rejîma dagîrker de, yên ku cezayên heta hetayê û cezayên dirêj ên zindanê derbas dikin, dê îro di çarçoveya rêketina pevguhertina girtiyan de bên berdan.

Hevgav Tabûrên  El-Qassam, baskê leşkerî yê tevgera Hemasê, 4 girtiyên leşkerî yên Îsraîlê radestî Xaça Sor kirin.

Ev çalakî li Meydana Filistînê li navenda bajarê Xezzeyê pêk hat. Hebûna berfireh a hêzên Hamasê li Meydana Filistînê ya Xezzeyê ji bo destpêkirina qonaxa duyemîn a pevguhertina girtiyan bala medyayê kişand.

Piştî cihhatina rêketina agirbesê, qonaxa yekem a pevguhertina girtiyan roja Yekşemiyê hefteya borî bi azadkirina 3 girtiyên siyonîst û 90 girtiyên filistînî pêk hat.

Tevgera Hemasê  jî bal kişand  ser wê yekê ku  Rejîma Siyonîst îro  yê hejmarek ji girtiyên filistînî azad dike û  tekez kir ku emê dijminê siyonîst neçar bikin ku deriyên şaneyên xwe bo girtiyên me yên qehreman veke.

Serepeyv