Çile 06, 2025 16:56 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê derbarê şehîdbûna 48 filistînîyên din di encama bombebarana artêşa siyonîst de agahî da û destnîşan kir ku hejmara şehîdan li Xezzeyê rabûye 45 hezar û 854 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên derbasbûyî de, Rejîma Siyonîst 3 cînayet li zîvala Xezzeyê pêk anîn ku di encamê de 48 kes şehîd bûn û 75 kes jî birîndar bûn.

Hejmarek ji qurbaniyên van êrişan hîn jî di bin kavilî û di kolanan de mane û hêzên hawagîhaniyê nikarin alîkariya wan bikin.

 Bi hesabkirina van şehîdan, hejmara şehîdan li Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an ve, hevgavê  destpêkirina operasyona bahoza Eqsayê, gihîştiye 45 hezar û 854 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 109 hezar û 139 kesan.

Cinayetên Rejîma Israîlî li zîvala Xezzeyê di demekê de berdewam dikin ku  ku serma û seqema giran û nebûna xwarekê şert û mercên xirab û nalebar ji bo awareyan di konên bin avê ketî de pêk aniye.

Serepeyv