Jînosayda li Xezzeyê; Hejmara şehîdan rabû 45 hezar û 227 kesî
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser vê navçeyê da rabû 45 hezar û 227 kesî.
Di daxûyanîya Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê da hatîye ku di roja 442 ya jînosaya ku Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê dest pê kirîye da, artêşa Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da diencama 3 cinayetan da, 21 filistînî li Zîvala Xezzeyê şehîd kirin û 61 kes jî birîndar kirin.
Dagirkerên sîyonîst di çarçova cinayetekê da, li bakura Zîvala Xezzeyê êrişî maleke filistînîyan kirin û di encamê da 10 kes ji wan 7 zarok hatin şehîdkirin.
Bi vî awayî hejmara şehîdên di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va rabû 45 hezar û 227 kesî û ya birîndaran jî rabû 107 hezar û 573 kesî.
Tevgera Hemasê jî ragihand ku di 77 rojên buhurî da 60 leşkerên Rejîma Sîyonîst li bakura Zîvala Xezzeyê hatine kuştin.
Hevgavê vê yekê çavkanîyên haydar ji demajoya muzakireyên di navbera Hemas û rejîma Israyîlê da ji bo pêkanîna agirbesê, xalên nakokîya di navbera her du alîyan da aşkira kirin û ragihandin ku Tevgera Heasê pêkutîyê dike ku di rêkevtinameya nû ya agirbesê da biwêja ``bidawîhatina şêrr`` piştî bidawîhatina qonaxa sêyem a lihevkirinameyê di rêkevtinameyê da were nivîsîn, lê sîyonîstên dagirker dijî vê yekê derdikevin. Hevgavê vê yekê Rejîma Sîyonîst jî pêkutîyê dike ku 70 exsîrên filistînî hela jî di zîndanên vê rejîmê da bên ragirtin û bernede.