Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê
Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku hejmara şehîdên ji ber êrişên artêşa Siyonîst ser Zîvala Xezzê gihîştiye 44 hezar û 976 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku di encama êrişên saeta dawî yên artêşa siyonîst ser zîvala Xezzê de 55 kes şehîd û 170 kes jî birîndar bûne. Hêzên siyonîst piştî ku ji nişkave ketin dibistana Xelîl Owîzê li bakurê zîvala Xezzê, herîkêm 15 filistînî şehîd kirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê, di encama êrişên artêşa Îsraîlê yên ji 7`ê Cotmeha sala buhurî ve li ser Zîvala Xezzê heta nika, 44 hezar û 976 kes şehîd bûne û 106 hezar û 759 kes jî birîndar bûne. Nivîsgeha Ragihandina hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzê jî ragihand ku ji destpêka şêr di 7`ê Cotmeha sala buhurî ve heta niha hejmara şehîdên rojnamevanan li Zîvala Xezzê gihîştiye 195 kesan. Ji aliyekî din ve hêzên şehîd Omer El Qasim ragihandin: Me cihê kombûna hêzên dijminê siyonîst li hewşa avahiyekî li taxa El Cenîneyê li rojhilatê bajarê Refehê li başûrê Xezzê da ber hawanê. Ebû Ubeyde, berdevkê Tabûrên Qesam gotiye Rejîma Siyonîst bi qest cihên girtiyan bombebaran dike. Cinayetên Rejîma Siyonîst di demekê de berdewam in ku duh serokkomarê Misrê ku navbeynkarê di navbera Berxwedana Xezzê û Rêjîma Siyonîst da ye, ji bo pêkanîna agirbesê li Xezzê, li Qahirê bi Cek Salîvan, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê re hevdîtin pêk anî.