300 xalên boykotkirina Rejîma Siyonîst ji aliyê zanîngehên welatên rojavayî ve
Serokê Zanîngeha Bên Goryon a Îsraîlê ragihand, ji dema destpêbûna operasiyona Bahoza Eqsayê ve zêde ji 300 xalên boykotkirina pergala perwerdehiya vê rejîmê ji aliyê zanîngehên welatên rojavayî û amerîkî ve pêk hatine.
Daniyêl Çamoytz pêgîrî kir, Boykot van mijaran digirin ber xwe: Redkirina beşdarbûna di civînên navnetewî yan îbtalkirina weşandina meqaleyên hevpar û herwiha îbtalkirina peywendiyên akadêmîk ên enamên zanîngeh û navendên lêkolînê bi saziyên îsraîlî re yan jî sekinandina alîkarî û sermayedanîna li wan kompaniyan ku bi Îsraîlê re hevkariyê dikin.
Serokê Zanîngeha Bên Goryon a Îsraîlê, destnîşan kir: Êrişên rejîma Siyonîst ser Xezzê û Libnanê di yek sala buhurî da, bi giranî bandor li pişka perwerdeya bilind a Rejîma Îsraîlê kiriye. Wî herwiha bandorên pevçûnên di navbera hêzên Berxwedanê û artêşa Rejîma Siyonîst di sala buhurî da bi awayekî wesif kir ku nayê xeyalkirin û got: Nêzî 70 hezar xwendekar ji gişt 300 hezar xwendekarên vê zanîngehê bo artêşê hatine bangkirin; Di halekî da ku hîna jî zîndîkirina dubare ya hesta dijecihûtiyê, nerizamendiyên dijî siyonîstan û bangewaziya ji bo boykotkirina zanîngehan didomin.