Dawika Tabûrên Qesam ji bo dagirkirên siyonîst
Tabûrên Şehîd Izedîn Qesam, ragihandin ku wan leşkerên siyonîst li rojavayê bajarê Xezzê di kemîneke tevlihev de asê kirin û hejmarek ji wan bi jinavbirina alavên wan ên leşkerî kuştin û birîndar kirin.
Tabûrên Şehîd Izedîn Qesam, baskê leşkerî ya Tevgera Hemasê, bi daxuyaniyekê ragihand:Têkoşerên me piştî ku ji eniya şer vegeriyan, ragihandin ku di operasyoneke hevpar de makîneyeka veguhestina leşkeran a ji cûreya Eşzirtê bi roketeke Yasîn 105`ê, wesayiteke Cîp a ji cureya Hamêrê dane ber mûşekeke dijî zirxan û buldozereke leşkerî ya Siyonîst ji cûreya D`9 li bakur rojhilatê goristana El Şerqiye ya dikeve rojhilatê bajarê Xezzê bi bombeyekê dan ber êrişan û rûxandin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Sema`yê, baskê leşkerî yê Hemasê jî ragihand ku di encamêa vê operasiyonê de, kesên di nava alavên leşkerî yên hanê da hatine kuştin û û birîndar bûne.