Cotmeh 19, 2024 16:36 Asia/Tehran

Xelîl El Heye, cîgirê polîtboroya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) , nûçeya şehadeta Yehya Îbrahîm Sênwar, serokê polîtboroya vê tevgerê piştrast kir û ragihand ku riya wî berdewam e.

Xelîl El Heye, cîgirê serokê polîtboroya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) îro Îniyê ragihand, Yehya Sênwar, serokê polîtboroya Tevgera Hemasê, roja Çarşemiyê di halê şerrê li gel dijminê Siyonîst li bajarê Refehê da tevlî hevalên xwe yên şehîd bû, ev di halekî da şehîd bû ku rasterast di meydanê da li hember dijmin sekinî û şer kir û heta kêliya dawiyê ya jiyana xwe li ber xwe da.

Tabûrên Qesam, baska leşkerî ya Tevgera Hemasê wek berteka li hember şehadeta Yehya Senwar, serokê Hemasê pêgîrî kir: Komên berxwedanê û di serê wan da Hemas, dema ku  biryar dan bikevin vî şerê mezin û çarenivîsaz di dîroka têkoşîna gelê Filistînê de, dizanîn ku berdêla azadiyê pir giran e û ji bo fedakariyê amade bûn. Di vê rêyê de wan hin fermandar û hêzan fîda kirin û dijî teslîmbûn an jî bêdengbûna li hember zilm û talankirina mafên rewa yên gelê Filistînê derketin. 

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî pêgîrî kir: Şehadeta Sênwar li hêz, xweragirî û vîna berxwedana li Filistînê zêde dike. Bereya Gelanî ya ji bo Rizgarkirina Filistînê jî ragihand: Em ji ber şehadeta Yehya Sênwer, endazyarê hemaseya Bahoza Eqsayê û yek ji kesayetiyên girîng ên têkoşîna Filistînê sersaxiyê dibêjin.

Tabûrên Şehîd Ebû Elî Mistefa, baska leşkerî ya Bereya Gelanî ya ji bo Rizgarkirina Filistînê, bi boneya şehadeta Yehya El Sênwar, sersaxî got û tekez kir: Sênwar bi xwîna xwe wateyên herî xweş ên fedakarî û xweragiriyê nîşan da û berevaniya gelê Filistînê û umeta Ereb kir û li hember destdirêjiya dijminên siyonîst alîkarê gelê mezlûm ên Filistîn û Libnanê bû. Komîteyên Berxwedanê yên Filistînê jî ragihandin: Em ji ber şehadeta fermandarê mezin Yehya Sênwar, serokê polîtboroya Hemasê û fermandarê şerê Bahoza Eqsayê sersaxiyê dibêjin. Ev rastiya ku Yehya Sênwar dema ku Çefiye li xwe kiribû û bi rakirina çeka xwe li bereya herî pêş a cîhadê û şerr û pevçûna bi dijminê siyonîst re şehîd bû, peyameke mezin e ku tenê bi xwîn, agir û barûtê serkeftin, şeref û mezinahî tê bidestxistin.

Di vê daxuyaniyê de hatiye: Yehya Sênwar dilê miletekî zindî ye ku bi şoreş, berxwedan û îrade lêdixe. Navê Yehya Sênwar hertim li kêleka îmaja têkçûna Rejîma dagîrkir a Siyonîst û hevalbendên wê û di serê wê de jî Amerîka û welatên zalim ên rojavayayî ye.

Serepeyv