Şehîdbûna 18 filistîniyan di encama êrişa hewayî ya Îsraîlê ser Rexê Rojava
Cotmeh 04, 2024 11:48 Asia/Tehran
Balefirên cengê yên Îsraîlê qahwexaneyek li bakurê Rexê Rojava bombebaran kirin û di encamê de çend Filistînî şehîd bûn.
Çavkaniyên Filistînî ragihandin ku balafireke şer a Îsraîlê di saetên êvarê ên roja Pêncşemê de qehwexaneyek li yek ji taxên qelebalix ên kampa Tulkerm li bakurê Rexê rojavayê kir hedef.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di encama vê êrişê de 18 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Piştî vê êrişê artêşa siyonîst îdia kir ku berpirsê operasyonên Hemasê li bajarê Tulkermê şehîd kiriye.
Piştî întîfaza duyemîn a sala 2000’an, ev cara yekemîn e ku artêşa Îsraîlê bi balefirên cengê Rexê Rojava dike hedef.