Bi dû bersiva Îranê ya bi mûşekan 3 binkeyên Rejîma Sîyonîst ji kar ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i351560-bi_dû_bersiva_Îranê_ya_bi_mûşekan_3_binkeyên_rejîma_sîyonîst_ji_kar_ketin
Mûşekên ku Komara Islamî ya Îranê wek bersiv ber bi Rejîma Sîyonîst va avêtin li armancan ketin û çavkanîyên berxwedana islamî li Libnanê ragihandin ku bi dû wê bersivê 3 binkeyên Rejîma Sîyonîst a dagirker ji kar ketin.
(last modified 2024-10-02T09:23:43+00:00 )
Çirî 02, 2024 12:52 Asia/Tehran
  • Bi dû bersiva Îranê ya bi mûşekan 3 binkeyên Rejîma Sîyonîst ji kar ketin

Mûşekên ku Komara Islamî ya Îranê wek bersiv ber bi Rejîma Sîyonîst va avêtin li armancan ketin û çavkanîyên berxwedana islamî li Libnanê ragihandin ku bi dû wê bersivê 3 binkeyên Rejîma Sîyonîst a dagirker ji kar ketin.

Çavkanîyên Berxwedana Islamî ya Libnanê ji şebekeya Al Mayadeenê ra gotine ku binkeyên Hetsarîm, Nevatîm û Ramonê ji ber zîyana giran a ji ber êrişa Îranê ya bi mûşekan ji kar ketine.

Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî ya Îranê şeva buhurî di daxûyanîekê da ragihand ku di çarçova operasyona bi navê Wadeya Sadiq-2yê da wek bersiva hibmerî cinayetên Rejîma Sîyonîst êrişî kûratîya Erdên Dagirbûyî yên Filistînê kir.

Li gorî daxûyanîya Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî binkeya Nevatîm ya taybet bi balafirên cengê yên F-35, binkeya Hetsarîm a taybet bi balafirên cengê yên F-15; balafirên ku di terorkirina Seyîd Hesen Nesrullah da hatibûn bikaranînê, bûn armanca êrişê. Li gorî vê daxûyanîyê, binkeya Til Newf li nêzîkatîya Tel Avîvê jî bûye armanca êrişê.