Çile 13, 2024 10:23 Asia/Tehran
  • Kêlî bi kêlî bi 99-emîn roja êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê û rexê Rojava

99-emîn roja cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezeyê û Rexê Rojavayî îro destpê bûye ku xwefirên vê rejîmê bi bombebarankirina maleke Refehê li başûrê Zîvala Xezeyê, 12 filistînîyên din şehîd kirin.

 

 Xwefirên Rejîma siyonîst vê sibê bi bombebarankirina malekê li Refehê li başûrê Zîvala Xezeyê, 12 welatiyên Felestînî şehîd kirin.

Piraniya qurbanî û şehîdên vê êrişê zarok in.Ji aliyê din ve îro artêşa siyonîst êrişên berfireh ser bajarê Xan Yunis li başûrê Zîvala Xezeyê pêk anîn.Di van êrişan de deverên li navend û başûrê Xanê Yûnis bi awayekî hovane hatin bombebarankirin. piştî van êrişan, çavkaniyên filistînî derbarê pevçûna giran a bereya berxwedanê bi dagirkerên siyinîst re li van navçan agahî dan. 

Li gor nûçeyeke din  û di berdewamiya cinayetên siyonîstan li Xezeyê, siyonîstan navenda nexweşxaneya şehîdên El-Eqsayê bombebaran kirin û rayedarên beşa tendrsutiyê yên Xezeyê jî ragihandin ku piştî dawîbûna ardûyê  û êrişn Rejam Siyonîst karebaya Nexweşxaneya Şehîdan a El-Eqsayê bi temamî qut bûye. 

Serepeyv