Kanûn 10, 2023 19:39 Asia/Tehran
  • Dewama berxwedana Tabûrên Qessam li hemberî siyonîstan li rojavayê Cebalyayê

Tabûrên Qessam wek baskê leşkerî yê Hemasê qala pevçûna giran a kes-bi-kes navbera têkoşerên berxwedanê û leşkerên artêşa dagirker a Rejîma Siyonîst kir.

Tabûrên Qesssam ragihand ku têkoşerên berxwedêr li mihwwera Kampa Cebalyayê bi awayê kes bi kes digel leşkerên artêşa Rejîma Siyonîst ketine pevçûnê. Tabûrên Qessam her wiha ragihand, gellek zirar li çek û rex û leşkerên siyonîst xistiye. Tabûrên Micahidîn jî ragihand ku têkoşerên van tabûran li tîpa Xan Yûnisê, tankeke Merkava ya artêşa Rejîma Siyonîst li navçeya El-Qerareyê bi topa dije-zirxî kirine armanc û teqandine.

 

Ev di rewşekê da ye ku beriya vêya çavkaniyên filistînî qala êrîşa bi topên hawanê ya Qessam ser leşkerên siyonîst li Xan Yûnisê kiribûn. Her wiha Tabûrên Qessam ragihand ku dîsan hêz û çek û rextên şêrr ên Rejîma Siyonîst li bakurê bajarê Xan Yûnisê bi topên hawanê yên Kalîbra giran kirine armanc.

 

Ji aliyê din va Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand ku Artêşa Rejîma Siyomnîst nexweşxaneya gerrok a Urdinê li Xan Yûnisê kiriye armanc û zirar li alavên wê xistiye.

Serepeyv