Kanûn 08, 2023 10:45 Asia/Tehran
  • Bombebarankirina penagehên awareyên filistînî li bakurê Xezeyê

Bombebarankirina seranserê Xezeyê di çend saetên borî de û şer û pevçûnên giran ên hêzên berxwedanê li dijî destdirêjkiran li başûrê vê zîvalê ji nûtirîn nûçeyên têkildarî Filistînê ne.

Xwefir û  topxaneyên Rejîma Siyonîst ji bakurê  zîvala Xezeyê  heta başûrê vê zîvalê bi awayekî berfireh dan ber êrişan. 

Di vê navberê de mizgeft û navendên tenduristiyê ji hedefên artêşa Siyonîst in. xwefirên Rejîma Siyonîst vê sibê  dîsa dest bi êrişên xwe yên hovane li dijî deverên curbicur ên Zîvala Xezeyê kirin û ev êriş nehatien rawestandin. 

Xwefirên  artêşa rejîma dagirker êrişên giran li dijî herêmên derdora Nexweşxaneya Şehda El-Eqsayê pêk anîn, wisa ku terkêşên van teqînan li dîwarên nexweşxaneyê ketin.

Êrîşên hovane yên Rejîma Siyonîst Mizgefta Yafayê ya li Dêra Belehê li navenda zîvala Xezeyê jî kirin hedef.

Her wiha di encama bombebarankirina malên niştecihan de li bajarê Dêr El-Belah ku dikeve navenda zîvala Xezeyê, çendîn şehîd û birîndar bûne. Di encama êrişa ser mal û xanîberan li  kampa Nesîrat a li navenda Zîvala Xezeyê herî kêm 5  kes şehîd bûne û û gelek  kes birîndar bûne.

Serepeyv