Xwepêşandana malbatên girtiyên Îsraîlî li dijî Netanyahu
Malbatên girtiyên Îsraîlî êvara Pêncşemê li Tel Avîvê li dijî Benyamin Netanyahu Serokwezîrê Rejîam Siyonîst slogan avêtin.
Xwepêşanderan li dijî Netanyahu û desthilatdarên din ên erdên dagîrkirî slogan avêtin û Xwepêşanderan daxwaza zextê li dijî hikûmeta Netanyahu kirin û xwestin ku yên hêsîrbûyî bên berdanê.
Ev xwenîşandan di demekê de hat lidarxistin ku pêştir Usame Hemdan yek ji rêberên tevgera Hemasê xitabî malbatên girtiyên siyonîstgotibû:
Berdewamiya cinayetên artêşa Îsraîlê dê nebe sedem xizm û kesên we vegerin.
Rojnama siyonîstî ya Haaretz pêştir di raportekê de derbarê rewşa girtiyên siyonîst nivîsîbû: girtiyên azadkirî zêdetir ji rexnekirina Hemasê ji siyasetên kabîneya Netanyahu gazindan dikin. Vê dawiyê berxwedana Filistînê ragihand ku di encama êrişên Rejîma Siyonîst de hejmarek ji girtiyên siyonîst hatine kuştin.