Kanûn 02, 2023 10:52 Asia/Tehran
  • Zêdeyî 6 hezar û 500 Filistînî hîna jî bin kelefyên Xezeyê de ne

Nivîsgeha Ragihandinê ya hikûmeta Filistînê li Xezeyê ragihand ku ji destpêka şerê bahoza Eqsayê heta niha zêdetirî 6 hezar û 500 filistînî li Xezeyê di bin kavilan de mane.

Nivîsgeha ragihandinê ya dewleta Filistînê li Xezeyê  ragihand ku hejmara şehîdan ji destpêka êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê zêdetir ji 15 hezar kesî ye ku 6 hezar û 150 zarok û zêde ji 4 hezar kes jî jin in.

Li gor vê raporê, zêde ji 37 hezar kes di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê de birîndar bûne.Eva li halekê ye ku hêzên Rejîma Siyonîst duh  di yekem roja piştî bidawîhatina agirbesa li Xezeyê êrişên xwe yên berfireh li dijî welatiyên vê zîvalê  destpê kirin  û zêde ji 180 filistînî şehîd kirin.

 

Serepeyv