Êrişên rasterast ên Rejîma Siyonîst ser nexweşxaneya Endonezyayê li Xezeyê
Çavkaniyên Filistînî derbarê êrişa bi şev a Rejîma Siyonîst ser nexweşxaneya Endonezyayê li Xezeyê agahî dan.
Çavkaniyên Filistînî ragihandin ku leşkerên Rejîma Siyonîst bi dorpêçkirina nexweşxaneya Endonezyayê di halê êrişên rasterast ser vê navendê ne.
Rêvebirê nexweşxaneya Endonezyayê got: Ev nexweşxane zirûfa wergirtina140 nexweşan heye, lê niha zêdetirî 600 nexweş tê de hene.
Wî destnîşan kir ku ev nexweşxane 4 sietanketiye ber êrişên Îsraîlê û got: Tê çavrêtîkirin ku siyonîst ji wan bixwazin ku ew vê nexweşxaneyê mîna nexweşxaneya El-Şefa vala bikin.
Wezîrê tenduristiyê yê Filistînê li Xezeyê got:Ji ber bicihbûna nîşangirên artêşa Rejîma Siyonîst li derdora nexweşxaneya Endonezyayê,tirs û xof ketiye nav nexweşan û xebatkarên tenduristiyê.
Hevdem çavkaniyeke nûçeyan derbarê şehîdbûna ciwanekî filistînî bi guleya leşkerên siyonîst li başûrê rexê rojavaya Çemê Urdinê agahî dan.