Mijdar 20, 2023 09:09 Asia/Tehran
  • Rekora nû ya El-Qessam; Îmhakirina 29 wesayîtên zirxî yên Rejîma Siyonîst di rojekê de

Tabûrên Qassam ên şaxa leşkerî ya Hemasê ragihand roja Yekşemê 29 wesayîtên zirxî yên dagirkeran (tank, û buldozer) li navçeyên El-Tewam, Cebaliya, Beyt Lahiya û Zeytûnê rûxandine.

Tabûrên Îzedîn El-Qassam - baskê leşkerî yê Hemasê - şeva buhurî di daxuyaniyekê de ragihand, di şer û pevçûnên roja Yekşemê de, 29 wesayîtên zirxî yên Rejîma Siyonîst li deverên Tewam, Cebeliya, Beyt Lahiya û û El-Zeytûnê ji nav birin.El-Qessam ragihand  ku têkoşerên wan ji sibeha roja Yekşemê ve 29 wesayîtên zirxî li taxên curbicur ên şerê li Xezeyê bi temamî yan beşek ji wan  ji nav birine.

Her wiha  Hêzên komando yên artêşa Rejîam siyonîst di nava avahiyekê li  Cehr Dîkê  bi roketên TBGdane ber êrişan û di encamê de gelek ji wan hatin kuştin û birîndarkirin hejmarek din ji  hêêzn dijmin bi rokêtên dijî mirov û reşaşê dane ber êrişan û ew kuştien an birîndar kirine. 

Şaxê leşkerî yê Hemasê her wiha got: Tankek û komek hêzên peya yên Artêşa Rêjîma Siyonîst li dibistanekê li nêzîkî nexweşxaneya El-Rentîsî kirine armanc û hejmarek ji hêzên dijmin  kuştine an birîndar kirine.

 

Serepeyv