Henîye: Dijminê siyonîst dê ji welatê Filistînê were derxistin
Serokî Ofîsa Siyasî ya Tevgera Hemasê got: Dijminê siyonîst dê ji welatê Filistînê were qewirandin û ti encamek ji bilî têkçûnê dê jê ra tinebe.
Îsmaîl Henîye Serokî Ofîsa Siyasî ya Tevgera Hemasê tevî amajeya bi vê yekê ku gel û Berxwedana Filistînê derbasî şerê şeref, serbilindî û mezinahiyê li hemberî artêşeke herî terorîst li cîhanê bûye, got: Em ketine nav şerekî stratejîk digel dijminê xwe ku bi alîkariya Xwedê em ê bêguman serkeftî jê derkevin. Heniye şerê dijminê siyonîst li hemberî nexweşxaneyên Xezeyê li dijî hemî qanûn û rêzikên navneteweyî zzanî û got: Tiştê ku gelê Filistînê li Zîvala Xezeyê pêk anî, tevahiya cîhanê hejand û bû sebeba rabûneke cîhanîSerokî Ofîsa Siyasî ya Tevgera Hemasê bi gotina vêya ku dijminê siyonîst êdî dê nekare desteserkiriyên xwe vegerîne, meger ku berdîla wê bide, got: Tevahioya planên dijmin dê tûşî şikestê bên û ti yek ji armancên wê dê serê xwe negire.Heniye tevî rexnekirina ji Konsseya Ewlehiyê ya NY, got: Divê dijmin were neçarkirin ku şêrr rawestîne û derbasgehan ji bo alîkariyên însandosstane veke.Heniye her wiha got: Piştî derbasbûna 41 rojan ji şêrr li Xezeyê û cinayetên hovane yên dijmin, gel û Berxwedana Filistînê hemî plan û bernameyên wan ji bo koçandina filistîniyan û vegerandina desteserkiriyên xwe bi rêya zorê têk şikandin.