Roja 29an a operayona Bahoza Eqsayê
li roja 29an a operayona Bahoza Eqsayê, cinayeta nû ya dagirkeran li kempa Cibalîyayê, hejmara şehîdan rabû 9488 kesî.
Êrişa hovane ya Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê di halekî da derbasî roja 29an ji dema destpêbûn operasyona Bahoza Eqsayê va bûye ku artêşa Rejîma Sîyonîst bombebarankirina deverên curbicur ên Xezzeyê hevgavê dilnigeranbûna welat û sazîyên curbicur a ji ber berfirebûna pevçûnê li Rojhilata Navînê didomîne.
Rejîma dagirker êrişên ser deverên curbicur ên bakura Zîvala Xezzeyê giran kirîye, di roja 29an a şêrr da, qayiqên masîgiran, kempa Nesîratê, derdora nexweşxanan, mizgevt, birca muhendisan û kempa Megazîyê ketin ber êrişên sîyonîstan.
Komeleya Hîva Sor a Filistînê ragihand: Di encama êrişa hêzên dagirker ser derîyê beşa awarte ya Nexweşxana Qudsê da 21 aware birîndar bûn.
Komeleya Hîva Sor a Filistînê herwiha ragihand ku êrişa sîyonîstan ser derîyê beşa awart ya Nexweşana Qudsê li Xezzeyê bû sedema gellek xisaran.
Dagirkerên Rejîma Sîyonîst herwiha dibistana Faxûre ku bi hezaran awareyên kempa Cibalîyayê li bakura Zîvala Xezzeyê tê da hatibûn bicihkirin, dan ber bombeyan.Di encamê da 15 kes hatin şehîdkirin û zêde ji 54 kes jî hatin birîndarkirin.