Mijdar 02, 2023 09:39 Asia/Tehran
  • Hamas: Amerîka di şer ê Xezzeyê de piştgiriya Rejîma Siyonîst dike​

Yek ji rayedarên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) got:Amerîka di şer ê Xezzeyê de piştgiriya Rejîma Siyonîst dike.​

Elî Bereke got: Xelkê Filistînê bi bombeyên pêşketî yên Amerîkayê tên kuştin.Bereke her wiha got:

Em derbasî nava dewra berxwedanê bûne û Rêjîma Siyonîst ber bi wêraniyê ve diçe û divê welatên sazişkar jî siyasetên xwe venihêrin.

Vî endamê Hemasê tekez kir: Berxwedan  li mizgevta Eqsayê û îzet û şerefa umeta Erebî berevaniyê dike.

Bereke herwiha silav li hêzên çekdar ên Yemenê kir ku ji bo piştgiriya berxwedana Filistînê hevkarî kirin û got: Dema ku ji Yemenê mûşek û firokeyên bê firokevan tên avêtin, hilgirê vê peyamê ye ku Yemen dê tu carî gelê Filistînê bi tenê nahêle.Rêberê tevgera Hemasê her wiha bal kişande ser vê yekê ku dijminê siyonîst tenê  zimanê hêz û berxwedanê fehm dike û operasiyona bahoza El-Eqsayê deriyê azadkirina erdê Filistînê vekir û îhtîmala têkbirina Rêjîma Siyonîst bûye rastiyek.

Elî  Bereke diyar kir: Dûhatên operasyona bahoza El-Eqsayê tenê li zîvala Xezzeyê nebe, dê li hemû welatan belav bibe.

Serepeyv