Rawestana Tabûrên El-Qessam li himberî êrişa bejayî ya siyonîstan ser Xezzeyê
Hêzên tabûrîn El-Qessam di nava hizra sînorî ya li nêzî navenda leşkerî ya Erezê de bi leşkerên siyonîst re ketin pevçûnê û rê li derbasbûna bejayî ya wan nav Xezzeyê girtin.
Hêzên tabûrên El-Qessam , çiqa leşkerî yên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) li navça ewlehiyê li nêzîkî navenda leşkerî ya Erez a Rejîma Siyonîstî bi leşkerên vê rejîmê re ketin pevçûnê.
Komek ji têkoşerên Qesam sînor derbas kirin û xwe gihandin rojavayê navenda leşkerî ya Erezê li erdên dagirbûyî û bi mûşekên dijî zirxî cebilxanên Rejîma Siyonîst kirin armanc.
Her wiha çavkaniyên siyonîstî derbarê êrişên giran ên hêzên El-Qesam bi hawanan ser eskerên siyonîst ên li vê navçê agahî dan.
Ji aliyeke din ve di dewama destdirêjiyên Rejîma Siyonîstîrexê rojavaya çemê Urdinê eskerên vê rejîmê êrişî kempa Cenînê kirin û bi filistîniyan re ketin pevçûnê.
Di encam pevçûnên hêzên filistînî yên li kampa Cenîn û Rejîma Siyonîst de herî kêm filistînî şehîd bû û 2 filistînî jî birîndar bûn.