17-emîn roja operasiyona Bahoza El-Eqsayê û berdewamiya êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê
Rejîma Siyonîst di 17emîn rojên li dû hev kuştina sivîlan li Zîvala Xezzeyê, bombebarana navçên xelknişîn û nexweşxaneyên Xezzeyê berdewam dike û di 24 sietên derbasbûyî de nêzîkî 400 filistîniyên din jî şehîd bûne.
Rejîma Siyonîst vê sibê pêleke nû êrişan ser zîvala Xezzeyê dest pê kir ku li gor rapora nûçegihanê El-Meyadînê, di encama êrişa dagirkeran ser sê malên li Refehê li başûrê zîvala Xezzeyê de, 21 kes hatine şehdkirin ku 7 ji wan zarok in ku tê gotin eva êrişa herî tund û tûjane ji dema destpêbûna şêr li vê navçeyê bûye.
Di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser maleke taxa Siûdî ya Xezzeyê de, çend kes şehîd bûn û birîndar jî hatine rakirin bo nexweşxaneya El-Kuweytî ya Refehê.
Xwefirên Rejîma Siyonîst her wiha 4 malên li Refehê bombebaran kirin û di encamê de herî kêm 29 kes şehîd û hinek jî birîndar bûn ku hatin veguhestin bo nexweşxaneyên Ebû Yûsif El-Necar û El-Kuweytiyê.
Eva di halekî de ye Rejîma Siyonîst derdora nexweşxaneya Şehîd Ebû Yûsif El Necar jî da ber bombeyan.Hatiye ragihandin ku i rojhilatê Xan Yûnisê û derdora meqera Filistînê li Beyt Lahyayê jî êrişên giran hatin kirin. Di encama bombebarana malekê de li navçeya El-Setar El-Xerbî ya Xan Yûnisê, 4 kes şehîd bûn ku 2 ji wan zarok in.