Êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîst ser hinek navçeyên başûrê Lubnanê
Çavkaniyeke nûçeyan derbarê êrişên Rejîma Siyonîst bi xwefiran ser hinek navçeyên başûrê Lubnanê agahî da.
Rejîma Siyonîst bi xwefiran hinek navçeyên başûrê bajarokê Eyterûnê ji aliyê Maron El-Rasê dan ber êrişan.
Artêşa Siyonîstî îdia kir ku çend meqerên Hizbullahê li başûrê Lubnanê ji wan navendên leşkerî jî dane ber êrişan.
Artêşa vê rejîmê her wiha vê sibê hinek belav kirin û îdia kir ku ev wêne yên êrişa ser meqerên Hizbullahê ne.
Hizbullaha Lubnanê roja Yekşemê di sê daxuyaniyên cuda de, derbarê êrişa ser baregehên El-Ebad, Miskaf Am, Beyaz Belîda, El-Malkiye û "Reîaet E-ILm yên Rejîma Siyonîst li bakurê Filistîna dagirbûyî û zeviyên Şebayê agahî dabû.
Hizbullaha Lubnanê di rojên derbasbûyî de û li pey cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzeyê û şehîdkirina hejmarek zêde ji filistîniyan li vî bajarî, meqerên leşkerî yên vê rejîmê li bakûra erdên dagirbûyî kiriye armanc. Mijara ku bûye sedema tirsa sîyonîstên bajaroknişîn li van navçana.