Şehadeta nêzî 2 hezar zarokan di encama êrişên siyonîstan ser Xezzeyê de
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê vê sibê ragihand ku ji destpêka operasyona Bahoza Eqsayê ve heta niha 1873 zarok di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser vê zîvalê şehîd bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê jî ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê di 16 rojên derbasbûyî de gihîştiye 4 hezar û 741kesî.
Li gorî vê raporê, di nava şehîdan de hezar û 873 zarok, hezar û 23 jin û 187 kseên kal û extiyar hene.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê hejmara birîndarên êrişên Rejîma Siyonîst ser vê zîvalê 14 hezar û 245 kes ragihandiye.
Ji destpêka operasyona bahoza El-Eqsayê ve di dereqa17 rojên derbasbûyî de, bombebarankirina navçên xelknişîn cihên giştî ji aliyekê ve û ji aliyekî din ve jî qutkirina av, kareba û kêmbûna xwarinê û dermanan rewşeke pir bi qeyran bo xelkê Filistînê û li Xezzeyê pêk aniye saziyên Mafên Mirovan rewşa mirovî ya vê navçeyê xiran û diltezîn ragihandine.