Êrişa ser meqera leşkerî ya Zîkîm / ketina mûşeka El-Qasim ser siyonîstan
Berxwedana Filistînê derdora navenda kombûna leşkerên siyonîst û meqera leşkerî ya Zîkîmê li bakurê Qezeyê bi mûşekan dan ber êrişan.
Di 10-emîn roja operasyona bi wêrektî ya berxwedana Filistînê dijî rejîma dagîrker a Îsraîlê û işkesta giran a saziyên leşkerî û îstixbaratî yên vê rejîmê, ku bûye riswatiyeke mezin a îstixbaratî û leşkerî bo vê rejîmê û hevpeymanên wê yên rojavayî, Seraya El-Qudsê (baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê) îro ragihand: Di dewama operasyona Bahoza El-Eqsayê îro danê sibê me bi mûşeka pêşketî ya El-Qasimê navenda kombûna leşkerên sîyonîst kir armanc.
Ji aliyê din ve tabûrên berxwedana neteweyî li Qezeyê ragihandin ku wan navenda leşkerî ya Zîkîmê li bakurê Qezayê bi hawanandane ber êrişan.
Hevgav zengila xeterê li bajarokên siyonîstnişîn li derdora Qezeyê hatiye bihîstin. Her wiha dengê zengila xeterê li Heşîwla” û bajarokê siyonîstnişîn a Eşdodê tê bihîstin. Dengê zengila li Esqelan û Nîstanê jî derketiye.
Eva di halekî de ye ku pêştir Tabûrên Qesam balafirgeha Bin Goryonê li Telavîvê, berî hatina wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blînkên bo Filistîna dagîrkirî dan ber êrişan.
Çavkaniyên Îbrîziman jî derbarê nakokiyên tund di navbera rayedarên siyonîst de derbarê destpêkirina operasiyonên bejayî li dijî Qezeyê agahiyan didin ku hegera wê ya sereke dilnîgeraniya derbarê dubarekirina kabûsên berê yên artêşa Rejîma Siyonîst li dijî berxwedanê ye.
Artêşa Rejîma Siyonîst di rojên derbasbûyî de amadebûna xwe ji bo êrişa bejayî ser Qezeyê ragihandibû, lê ev plana Rejîma Siyonîst bi nerazîbûnên tund ên navneteweyî û hişyariyên welatên navçê re rûbirû bû.
Welatên alîgirê berxwedanê li navçeyê ragihandin ku ger Îsraîl derbasî nava Qezeyê bibe , êdî dê şer neyê rawestandin û berxwedanê jî ragihand ku eger leşkerên Îsraîlê derbasî nava Qezeyê bibin ev navçeya dê bibe goristna a wan .