Êrîşa hêzên Hizbullahê ser meqerên sînorî yên Rejîma Siyonîst
Cotmeh 16, 2023 09:11 Asia/Tehran
Têkoşerên Hizbullaha Lubnanê weke berteka li himberî êrişên Rejîma Siyonîst, 5 meqerên sînorî yên siyonîstan dan ber êrişan.
Tevgera Hizbullaha Lubnanê pêştir jî derbarê êrişa ser meqera leşkerî ya Siyonîstan li Hanîtayê agahî da ku di encamê de leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.
Her wiha hêzên berxwedanê hejmareke zêde kamera û amûrên sîxuriyê yên Rejîma Siyonîst li sînorên Filistîna dagirbûyî xera kirin.
Eva di halekî de ye ku çavkaniyên nûçeyan êvara şemiyê derbarê êrişa xwefirên Rejîma Siyonîstî ser derdora bajarokê Keferkelayê li rojhilatê başûrê Lubnanê agahî dan.