Îlon 10, 2023 09:12 Asia/Tehran
  • Nûciwanekî filistînî li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê hat şehîdkirin

Çavkaniyên nûçeyan ên filistînî qala şehîdkirina nûciwanekî filsitînî yê 15 salî ji aliyê siyonîstan va li bakurê El-xelîlê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kirin.

Ev nûciwanê filsitînî bi navê Mîlad Menzer Rayî di encama giranbûna birîna ji ber gulleyên siyonîstan şehîd bû. Ew niştecihê Kampa Erûbê li bakurê El-Xelîlê bû.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê piştrast kir ku nûciwanek ji encama giranbûna birîna xwe bo nexweşxaenya El-Yemameyê ya Kampa Erûbê hatiye veguhestin.

Hefteya pêş jî çar xortên filistînî li navçeyên cûrbecûr ji aliyê siyonîstan va hatin şehîdkirin.

Leşkerên siyonîst her roj bi behaneyên cûrbecûr êrîşî ser gelê bindest ê Filsitînê dikin û wan şehîd, birîndar an jî desteser dikin; Filistînî jî wek berteka li hemberî van cinayetan, operasyonên dije-siyonsîtî bi cih tînin.

 

Serepeyv