Filistîniyek bi derba gulleya eskerên siyonîst şehîd bû
Eskerên siyonîst filistîniyek bi îdiaya hewildana bo bombedanîna li bakurê rojavaya Ramullahê dan ber êrişan.
Medyayên siyonîst îro nîvro ragihandin ku eskerên vê rejîmê ber bi filistîniyekî li gundê Dêr Nizamê li bakurê rojavaya Ramullahê gulle avêtin û ew şehîd kirin.
Kanala siyonîstî ya Kanê îdia kir ku ev welatîyê filistînî ber bi komeke hêzên gurdanên 94 a tîpa Kefîrê li nêzîkî bajarokê Nefiye Tesûfê ve bombe xistiye û piştre ber bi wan gulle avêtiye.
Radyo El-Eqsayê jî derbarê vê yekê de ragihand ku piştî gulleavêtina eskerên siyonîst ber bi vî ciwanê filistînî, hêzên alîkariyê, îzna wan tinebûye hewara wan de herin û ambolns zivirandine.
Hêzên artêşa Rejîma Siyonîst her roj filistîniyan bi mehneya hewildana bo cihanîna operasyoan îstişhadî didin ber êrişan û wan şehîd an birîndar dikin.
Hevgavê gurrbûna cinayetên Rejîma Siyonîst dijî gelê Filistînê li rexê rojavaya çemê Urdinê, dengê hevpeymanê wê ji wan Emerîkayê jî derket.
Co Baydên serokkomarê Emerîkayê di hevpeyvînekê de got : Em berdewam bi Telavîvê re gotûbêjê dikin û em hêvî dikin Nêtanyahû di riya hewsengiyê de opêngavan hilîne. Ev gotinên Baydên di halekî ne ku Emerîka alîgirê herî sereke yê Îsraîlê ye û peywendiyên pir nêzîk bi Îsraîlê re heye,.