Bêrêziya bajaroknişînên tundrê li mizgevta Eqsayê
Hezîran 05, 2023 10:23 Asia/Tehran
Medyayên filistînî derbarê êrişa bi dehan bajaroknişînên siyonîst ên tundrê ser mizgevta Eqsayê bin tivdîrên eskerên vê rejîmê agahî dan.
Kanala Filistîn El-Yewmê derbarê vê yekê de ragihand ku ji siba roja yekşemiyê va, bi dehan bajaroknişînên dagirker ên cihû bin piştgiriya eskerên îsraîlî êrişî ser mizgevta Eqsayê kirin.
Çavkaniyên hanê her wiha ragihandin ku Yehûda Gelîk, Xaxamê tundrê ê cihû û endamê berê yê Kênsta Rejîma Siyonîst cardinê destdirjî kir ser mizgevta Eqsayê.
Çavkanyên xwecihî ragihandin ku Gelîk tev dehan bajaroknişînên siyonîst ên dagirkir û cihû bin tivdîrên giran ên ewlehiyê derbasî mizgevta Eqsayê bûn.
Destdirêjiya siyonîstan ser mizgevta Eqsayê rastî berteka tund a filistîniyan hat.