Dewama xwenîşandana dijî Nêtanyahû li Filistîna Dagirbûyî
Rûniştiyên Erdên Dagrbûyî roja şemiyê bo heftiya nozdehan li dû hev dijî Binyamîn Nêtanyahû, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst û plana wî ya guhertinên di beşa dadweriya xwenîşandan li dar xistin.
Xwenîşandana îro di halekî de tê lidarxistin ku piştî êrişên balefireh ên cengê yên Rejîma Siyonîst ser zîvala Gazayê û bersiva mûşekî ya komên Berxwedanê, hatibû ragihandin ku kombûnên roja şemiyê yê neyên lidarxistin lê bajarên curbicur ên Erdên Dagirbûyî tim bibûn şehedê lidarxistina xwenîşamdana dijî Nêtanyahû.
Dewama nerazîbûnên dijî plana guhertinên Dadweriyê yên Nêtanyahû, ew neçar kir ku bi awayekî demkî vê planê rawestîne.
Di plana kabîneya Nêtanyahû nasiyar bi guhertina qanûna Dadweriyê de, desthilatên dezgeha dadê kêm bûne û cih û şûna saziay kargêr û qanûndanînê di vê rejîmê de yê were xurtkirin.
Di vê planê de, yê desthilatên rawêjkarê dadweriyê yê kabîneya Rejîma Siyonîst kêm bibe û her wiha desthilatên rawêjkarên dadweriyê yên wezaretxaneyên vê rejîmê kêm bibe û wezîr yê vê mecalê peyda bike ku he rawêjkarekî dadweriyê ku bixweze li nivîsgeha xwe wêde bibe an bixebitîne.