Wezîrê Darayîyê yê Rejîma Siyonîst ji helwêsta xwe paş vekişiya
Wezîrê Darayîyê yê Rejîma Siyonîst piştî ku gefa jinavbirina gundekî Filistînê xwaribû, neçar ma ji helwêsta xwe paş vekişe.
Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya malpera urdinî ya Amoon’ê, “Bezalel Smotrich” Wezîrê Darayîyê yê Rejîma Siyonîst ku gef xwaribû dê gundê Hewareyê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê ji nav bibe, ji helwêsta xwe paş vekişiya û ew wek “Çewtiyeke Zimanî” bi nav kir.
Bezalel Smotrich got: Min di dema axaftina li ser Hewareyê da, peyvên xwe bi şaşitî bijartin.
Li pey vê axaftina “Bezalel Smotrich”, welatên erebî ji wan Qeter, Erebistan, Urdin, Imarat û Misrê her bi daxuyaniyeke cuda ev gotin şermezar kirin.
Ji aliyê din va, “Yair Lapid” Serokwezîrê Rejîma Siyonîst ê berê jî êvara Şemiyê bi êrîşa li ser Wezîrê Darayîyê yê Rejîma Siyonîst, “Bezalel Smotrich” wek derewker bi nav kir.