NY: 5 hezar filistînî li Rexê rpojavaya çemê Urdinê aware bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i358452-ny_5_hezar_filistînî_li_rexê_rpojavaya_çemê_urdinê_aware_bûne
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY tekez kir ku êrişên bajaroknişînên siyonîst li Rexê Rojava çemê Urdinê bûne sedema awarebûna nêzîkî 5 hezar filistîniyan.
(last modified 2026-02-21T12:49:10+00:00 )
Sibat 21, 2026 14:17 Asia/Tehran
  • NY: 5 hezar filistînî li  Rexê rpojavaya çemê Urdinê aware bûne

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY tekez kir ku êrişên bajaroknişînên siyonîst li Rexê Rojava çemê Urdinê bûne sedema awarebûna nêzîkî 5 hezar filistîniyan.

"Îstifan Ducarîk got: Êrişên bajaroknişînan li Rexê Rojava bûne sedema awarebûna 880 malbatên filistînî yanê zêdetirî 4 hezar û 700 kesan. Wî got ku em derbarê dewama tundûtûjî û kiryarên din ên hovane yên hêzên rejîma Siyonîst û bajaroknişînan ku bûne sedema kuştina mirovan, wêrankirina mal û milkan û awarebûna  bi zorê li  Rexê Rojava hişyariyê didin.

Ji aliyê din ve, Ajansa Alîkarî û Peydakirina Kar a NY ji bo awareyên filistînî(UNRWA) bal kişand  ser dewama binpêkirina agirbesa Xezzeyê ji aliyê rejîma Siyonîst ve û tekez kir ku Xezze hewcey’ agirbesek rastîn e, ji ber ku ji dema pêkanîna agirbesê ve heta niha 601 filistînî li zîvala  Xezzeyê şehîd bûne û hezar û 607 kesên din jî birîndar bûne.