Sûdwergirtina Epistin ji balafirgehên Ingilîsê ji bo qaçaxa merivan
Mijara sûdwergiritna Cêfrî Epistin sûckarê destavêtinê ji balafirgehên Ingilîsê jibo biqaçaxî-derbaskirina merivan, bû sedema pêleke giran a tawanbarkirina rayedar u dezgehên vî wealtî.
Rojnama Guardian çapa Ingilîsê di raporekê da nivîsî: Piştî Gordron Birawn Serokwezîrê berê yê Ingilîsê idia kir ku Cêfrî Epistin sûckarê destavêtinê yê amerîkî balafirgeha Stensêd li nahîya Êsêksê jibo veguhestina keçikan bi kar anîye, polîsê Ingilîsê hilkolandina idiayên hanê dest pê kirîye.
Polîsê Ingilîsê bazineya lêkolînên xwe derbara têkilîyên Epistin bi vî welatî ra berfire kirîye û jibo cara yekem piştrast kirîye ku idiayên têkildarî sûdwergirtina wî ji baalfirgehên Ingilîsê jibo biqaçaxî-derbaskirina keçik u jinan hildikole. Yek ji çavkanîyên payebilind ji Guardianê ra got: Çav li rê ye ku bi dû weşandina bi milyonan belgeyên derbara Epistin da, pêleke idiayan dijî weatîyên ingilîsî u dezgehên vî wealtî bi rê bikeve.