Berdewambûna şîdetê li Darforê; bi dehan kes hatine kuştinê
Çile 05, 2026 11:06 Asia/Tehran
Li Darfora Sûdanê pevçûn di çend rojên buhurî da tund bûne bi awayekî di encama wan da bi dehan sivîl hatine kuştinê.
Li gorî raporan, rewşa merivî li Darfora Sûdanê giran e ji ber ku ti navçeyeke ewleh ji bo awareyên sûdanî tineye. Derdorên navdewletî jî derheq vê yekê ku rewş ji kontrolê derkeve, hişyarî dane.
Rêxistin u dezgehên sivîl li Sûdanê jî xwestine ku êrişên ser herêmên sivîlnişîn demlidest bên sekinandin. Eva di halekî da ye ku Darfor berî tundbûna pevçûnan, ji ber qeyrana merivî ya giran di beşên xwarek u tenduristîyê da dinalîya.
Herwiha li gorî raporan di encama pevçûnên di navbera Hêzên Berteka Lezgîn u Artêşa Sûdanê da, hema di hefteyek êda 114 kesî can daye.