Hişyariya pizişkên Sûdanê derbarê derketina karesateka din a mirovî
Çile 04, 2026 14:53 Asia/Tehran
Tora Pizişkên Sûdanê derbarê derketina karesateke mirovî û tenduristiyê li bajarekî din ê eyaleta Kordofan a Başûr hişyarî da.
Tora Pizişkên Sûdanê hişyarî da ku ev rewş dibe sedem zengila xeterê ya karesateke mirovî û tenduristî ya zûdem di saya kêmbûna xwarinê û kêmasiya gelek kelûpelên bikaranînê û lênêrîna tenduristiyê li nexweşxaneyan û navendên tenduristiyê were lêxistin.
Ev hişyarî di bin sîwana dewama dorpêçkirin û bombebarana giran a bajêr ji hêla Hêzên Berteka Lezgîn ve hatiye dayîn. Tora Pizişkên Sûdanê bang li hemî saziyên mirovî û rêxistinên navneteweyî û herêmî kir bona ku pêşî li hilweşîna tam a rewşa tenduristî û mirovî li bajêr bigirin, detwerdanê li meselê bikin.