Dewama şerrê artêşa Sûdanê bi Hêzên Piştevaniya Lezgîn li bajarê Ebyezê
Çavkaniyên leşkerî behsa pevçûna giran a di navbera hêzên artêşa Sûdanê bi Hêzên Piştevaniya lezgîn re û rûxandina alavên leşkerî yên hêzên General Mihemed Hemdan Deqlo, nasyar bi Hemîdtî li sêkunca ser sînorê Sûdanê bi Lîbî û Misrê re kirin.
Çavkaniyeka leşkerî ya sûdanî got: Hêzên artêşa Sûdanê tirombîllên leşkerî yên Hêzên Piştevaniya lezgîn li navçeya sêkunca ser sînorê Sûdanê bi Lîbî û Misrê re kirin. Hevgavê viya Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku hêzên artêşa Sûdanê li rojavaya bajarê Ebyezê û navçeyên Ebûqiûd û Tîneyê derbeyên giran li Hêzên Piştevaniya Lezgîn dane û alavên wan rûxandine.
Van çavkaniyan ragihandin ku bi dehan kes ji hêzên Piştevaniya Lezgîn hatine kuştin û alavên wan hatine rûxandin.
Hevgavê viya hin çavkaniyan jî behsa pevçûnên giran kirin ku di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn li parêzgeha Kurduvanê de diqewimin.