Cotmeh 14, 2025 16:26 Asia/Tehran

Cîgirê Berdevkê NY tekez kir ku misogerkirina berdewamiya agirbesê li zîvala Xezzeyê di vê qonaxê de wekî ewlewiyeta me ye.

Ferhan Heq, Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY, ragihand ku ev rêxistin dê encam û destkeftên civîna aştiyê ya Şerm ul Şêxê wekî bingehek ji bo gavên pêşerojê bikar bîne û misogerkirina berdewamiya agirbesê li Xezzeyê di vê qonaxê de di rojeva me de ye. Ferhan Heq her wiha tekez kir ku NY  hewil dide yekîtî û hevgirtinê di Konseya Ewlehiyê de xurt bike da ku piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê û bi hemî aliyên ku di hewldanên dîplomatîk de beşdar in re hevkariyê bike. Ji hêla din ve Fîlîp Lazarînî , Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkariyê  jibo awareyên filistînî  yê NY (UNRWA), tekez kir ku êdî dema dayîna îzna  derbaskirina alîkariya mirovî bi awayekî berfireh bo nav Xezzeyê ghîştiye.

Lazarînî her wiha got: Dema avakirina  pêşerojeke tijî aşitî ji rêya xurtkirin û baştirkirin û edalet û dema derbaskirina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê, ji wan ji rêya UNRWAyê hatiye Ji hêla din ve Tam Fleçer, Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY di  Karûbarên Mirovî, ragihand ku vê rêxistinê 1 milyon dolar ji  sindûqa Navendî ya Alîkariya Awarte û Mirovî  bo Xezzeyê beriya hatina demsala zivistanê  terxan kiriye. Ji 7ê Cotmeha 2023an ve, Rejîma Siyonîst bi piştgiriya  Amerîkayê  dest bi  komkujiya li Xezzeyê kiriye ku di encamê de zêdetirî 67 hezar kes şehîd bûne û zêdetirî 170 hezar kes birîndar bûne û her wiha ji ber xelayê 463 filistînî, ji wan 157 zarok, jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv