Fransa- Serokwezîr tenê 27 rojan serokwezîrtî kir
Cotmeh 06, 2025 14:24 Asia/Tehran
Serokwezîrê nû yê Fransayê di kêmtir ji mehekê da ji posta xwe wêda çû.
Sibastîyen Lekorno Serokwezîrê nû yê Fransayê ku kêmtir ji 27 roj bû bo vê postê hatibû bijartin, ji posta xwe wêda çû û Emanuel Mekronê Serokomar jî wêdaçûna wî qebûl kir.
Wêdaçûna Lekorno hema çend saetan piştî pêkhatina kabîna wî qewimî û ev yek di halekî da bû ku reqîbên wî yên sîyasî gef kiribûn ku yê kabîna wî jorda bixin.
Pêkhateya kabîna wî bû sedema hêrsbûna hevpeyman û neyarên sîyasî û hinekan gotin ku ew kabîneya zêde ji rejê rastgir nîne û hinekan jî gotin ku têra xwe ne rastgir e.